Îlham Ehmed, Hevseroka Dîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, ragihand ku ji bo vekirina deriyê sînorî ya Qamişlo û Nisêbînê lihevkirineke destpêkî heye.
Îlham Ehmed agahdar kir ku dan û standinên li ser birêvebirina wî deriyê sînorî berdewam in, û wekî prensîp lihevkirineke destpêkî heye ku derî were vekirin.
Ehmed ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk a Sûriyê (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ji hêla Şamê re gotiye ku ew ji bo yekgirtin û avakirina komîteyên hevbeş amade ne.
Îlham Ehmed jî daxwaza Washingtonê ya ji Şamê ku tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe ragihand. Ew got, divê hikûmeta Şamê helwesta xwe ya li hemberî şerê li dijî terorê eşkere bike.
Kaynak: NAVÊNDA NÛÇEYAN