Li devera Keşanê ya girêdayî navçeya Zaxoyê, piştî 30 salên dûrketin û bêdesthilatdariyê, gundiyan cara yekem pêşangeheke çandî û çandiniyê lidar xist.
Li devera Keşanê ya girêdayî navçeya Zaxoyê, piştî 30 salên dûrketin û bêdesthilatdariyê, gundiyan cara yekem pêşangeheke çandî û çandiniyê lidar xist.
Piştî agirbesta di navbera PKK û û artêşa Tirkiyeyê xelkê herêmên ser sînor ên Bakur û Başûrê Kurdistanê gundên xwe avedan dikin û pêşangehan li dar dixin.
Çalakiya Keşanê ku bi beşdariyeke girseyî pêk hat, ne tenê vejandina çand û berhemên herêmê lê di heman demê de sembola hêviya vegera li ser axa bav û kalan bû.
Bi dehan kesên ji herêma Keşanê, bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî pêşangehê bûn û bi gerandina govendê û gotina stranên gelêrî, şahiya xwe ya ji bo vê rojê anîn zimên.
Pêşangeh ku piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê li herêmê û hêsanbûna çûnûhatinê pêkan bû, derfet da cotkar û jinên gund ku berhemên xwe yên xwemalî pêşkêş bikin.
Di pêşangehê de, gelek berhemên taybet ên herêma Keşanê ku bi kalîteya xwe navdar in hatin nîşandan.
Di nav van berheman de, tiriyê rezan, gûzên xwemalî, hinarên cûreya mehdewî û hingivê xwezayî yê çiyayên Keşanê cih girtin.
Cotkar Mahir Cemîl ku tiriyê xwe pêşkêş dikir got, “Ev tirî yê Keşanê bi xwe ye, xwemalî ye. Tama wî gelekî cuda û xweş e.”
Her wiha cotkarekî din ê bi navê Welat Hacî diyar kir ku gûzên wan derece yek in û ji ber kalîteya xwe rasterast tên firotin û naçin bazaran. Kîloya gûzan bi 10 hezar dînaran dihat firotin.
Berhemên xwemalî hatin nîşandan
Ji bilî fêkî û hingivîn, xwarinên kevneşopî û biharatên ku ji aliyê jinên gund ve hatibûn amadekirin jî beşeke girîng a pêşangehê bûn.
Ronahî Emîn, jineke ji gund, biharat û xwarinên wekî “macî” yên ku li malê çêdikirin nîşan da û got, “Di nav van tiştan de filfila Keşanê ya navdar heye. Xwedê gelekî xweş e û hemû tiştên me xwemalî ne.”
Her çend ev pêşangeh sembolîk be jî, ji bo xelkê Keşanê wateyeke wê ya mezin heye. Wî da zanîn ku heta niha jî şêniyên zêdeyî 20 gundên sînorî yên herêmê nikarin bi azadî vegerin ser gundên xwe.
Ev çalakî, wekî daxwaza wan a ji bo vegera li jiyana xwe ya berê û vejandina gundan tê dîtin.
Pêşangeha Keşanê, bi reng û dengên xwe yên resen, bû şahidiya dîrok, çand û hêviya herêmeke ku dixwaze ji nû ve geş bibe.
Kaynak: rÛDAW