Serok Mesûd Barzanî: Li derve ji bo Kurdistanê bibin lobiyeke bihêz

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê heyeteke ji 110 ciwanên Kurdistanî yên ji diyasporayê hatibûn Kurdistanê pêşwazî kirin.

Serok Mesûd Barzanî: Li derve ji bo Kurdistanê bibin lobiyeke bihêz
Yayınlama: 06.10.2025
6
A+
A-

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê heyeteke ji 110 ciwanên Kurdistanî yên ji diyasporayê hatibûn Kurdistanê pêşwazî kirin.

Di nav şandeyê de ciwanên ji beşên cuda yên diasporayê û 12 ciwanên ji welatên Ewropayê hebûn.

Baregeha Barzanî li ser civîna heyetê diyasporayê û Serok Mesûd Barzanî daxuyanî da.

Di destpêka hevdîtinê de, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamîl, ji bo piştgiriya yekrêziya Kurdên diasporayê spasiya Serok Barzanî kir.

Piştre, Serokê Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî Yad Emîn jî kurteyek li ser damezrandina federasyonê û armancên geşta xwe pêşkêş kir.

Serok Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdistaniyên li diasporayê ya ji bo parastina çand, ziman û nasnameya neteweyî.

Wî her wiha piştgiriya ji bo doza rewa ya Kurdistanê jî wek erkekî girîng bi nav kir.

Serok Barzanî tekez kir ku divê ciwanên Kurdistanî yên li derveyî welat di saziyên Ewropî de xwedî cih û giraniyê bin.

Wî ji ciwanan xwest ku girîngiyê bidin xwendin û pêşxistina xwe.

Serok Barzanî got ku divê ew bibin pireke bihêz a pêwendiyê di navbera diaspora û welat de û li derve ji bo Kurdistanê lobiyeke xurt a dîplomatîk, siyasî û çandî ava bikin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa beşên din ên Kurdistanê kir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyeke aştiyane ya doza rewa ya Kurdistanê li wan beşan dubare kir.

Kaynak: Rûdaw

Tarafsız, Bağımsız ve ilkeli Habercilik. Haberlerinizi gönderin yayınlayalım info@expresshaber.net
Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.